'Divê Kurd bibin yek û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin'

Endamên Meclisa Ciwanên PYD'ê yên bajarê Kobanê got "Ketina Heftanînê tê wateya ketina her çar parçeyên Kurdistanê. Ji ber vê divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û bi hemû rêbazan piştgiriyê bidin berxwedana Heftanînê."

'Divê Kurd bibin yek û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin'
4 îlon, 2020   06:41
KOBANÊ – NÎHAD KERIO

Ji 16'ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker êrişî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên HPG û YJA-Starê li hemberî van êrişan disekinin û berxwedaneke mezin raber dikin.

Endamê rêveber ê Meclisa Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê, Mistefa Mihemed got: "Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftanînê, di şexsê berxwedana Heftanînê de, berxwedana Kurdan têk bibin. Bi saya berxwedana lehengî ya HPG'ê, dewleta Tirk heta niha negihiştiye armancên xwe."

Mistefa Mihemed destnîşan kir: "Heke em piştgiriyê nedin birayên xwe yên li Heftanînê dê çarenûsa me binkeftin be. Ji ber vê yekê divê her Kurdek bi rêbazên di dest xwe de berpirsyariya xwe ya li hemberî êrişên li ser herêma Heftanînê bi cih bîne. Heke Heftanîn bikeve, Kurdistan wê bi her çar parçeyên xwe bikeve."

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, ji bo piştgiriya berxwedana Heftanînê, li dijî şerê taybet û tundiya li ser jinan, di 15'ê Sibatê de pêngaveke bi navê "Em ê teqez bi ser bikevin" ragihand. Ciwanên PYD'ê yê kantona Kobanê di 1'ê Îlonê de tevlêbûna xwe ji bo pêngavê ragihand.

Ciwan Mistefa bang li hemû partiyên kurdî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî gelê xwe û doza wê bi cih bînin û wiha got: "Dijmin ferq û cudahiyê naxwe navbera partiyan. Armanca dijmin gelê Kurd li ku derê be. Dem dema ku partiyên Kurd ji xew şiyar bin û destkê bidin gelê xwe û berxwedana Heftanînê. Roj roja me ye, ji parçebûnê re êdî bes e."

Endamê Meclisa Ciwanên PYD'ê Enwer Şêxo jî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji berê ve şerê Kurdan dike, kurdan qir dike û sirgûn dike û destnîşan kir, ji bo hikumeta Tirk a heyî ev tiştne nû ye, dîrok şahidê komkujiyên dewleta Osmanî yên li dijî Kurdan e, dewleta Tirk îro jî hewl dide heman polîtîkeyên qirkirinê li herêma Heftanînê dubare bike.

Enwer Şêxo banga yekitî û hevgirtinê li gelê Kurd kir û got: "Dem dema hevgirtina kurdan e. Divê partî dev ji ezezîyetê berdin. Ji ber ku bi milyonan Kurd li benda yekitiya wan e. Li hemberî êrişên dijmin ên li ser gelê me divê rêbazekî bibînin, nakokiyên wan çi bin bila bibin di dawiyê de em Kurd in."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LYQCZW0asfM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>