Li Girê Spî dagirkeran rûspiyek revand

Çavkaniyên herêmî yên li hundirê herêmên dagirkirî diyar kir ku rûspiyekî eşîra El-Bû Esaf ê ji gundê El-Menkelî yê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî hate revandin. Di nava 5 rojan de ev du kes in ji gundê El-Menkelî têne revandin.

Li Girê Spî dagirkeran rûspiyek revand
3 îlon, 2020   07:16
EYN ÎSA

Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên dagir kirine revandina sivîlan bênavber dewam dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku çend kesên rûgirtî di seatên derengiya şevê de girtin bi ser mala Hemûd Casim El-Eyaf û ew birin cihekî nediyar. Hemûd nexweşiya şekir pê re ye û pirsgirêkên wî yên dil jî hene.

Çavkanî da zanîn ku ne tenê Hemûd El-Eyaf hatiye revandin, lê beriya çend rojan xizmekî wî zarokekî ku temenê xwe kêmî 15 saliyê hate revandin. Ev zarokê ku hatiye revandin kurê Yusif Cûdî ye.

Heman çavkanî got derdora 200 xizmên kesên hatine revandin berê xwe dan navendên çeteyên dewleta Tirk yên li Girê Spî, lê dîsa jî tu agahî bi dest nexistin.

Li herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê li Sûriyê dagir kirine revandin, girtina ser malan û girtina bi zanebûn da li hemberî serbestberdana wan fîdyeyan bixwazin, berdewam dikin û bi van fîdyeyan çete xwe li ser hesabên sivîlan xwedî dikin.

(eh)

ANHA