Rojnameyên erebî:Tirkiye jî hewl dide nakokiyên komên xwe yên li Lîbyayê çareser bike

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa tenduristiyê li Sûriyê, serdana Macron bo Iraqê û nakokiyên di nava îfaqa Lîbyayê de nivîsî.

Rojnameyên erebî:Tirkiye jî hewl dide nakokiyên komên xwe yên li Lîbyayê çareser bike
3 îlon, 2020   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ‘ARTÊŞA SPÎ’ LI SÛRIYÊ HILDIWEŞE… REJÎM JÎ VEDIŞÊRE

Rojnameyê nivîsî: "Tirsa hilweşîna sîstema tenduristiyê li Sûriyê zêde dibe, ku her diçe hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde dibe, bi taybet di nava xebatkarên tenduristiyê de, hikumet jî bê deng e, ev yek bû sedema berketan ji hêla aliyên hiqûqî yên hundir û derve de.

Duh çarşemê rêxistinên navdewletî desthilata Sûriyê rexne kir ku ji bo xebatkarên tenduristiyê, yên ku li dijî koronayê di eniyên pêş de ne, parastina pêwîst peyda nekiriye, li welêt ji ber salên şer pegala tenduristiyê qels bûye.

Meha derbasbûyî gelek xebatkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketibûn û test ji bo wan nehatibû çêkirin, mirin.

Sara El-Keyalî, lêkolînera Sûriyê di nava rêxistina Human Rights Watch de ye, bi daxuyaniyekê got: "Tiştê balkêş ew e, di dema ku pelikên sersaxiya bijîşk û endamên tenduristiyê zêde dibin, dane û hejmarên fermî jî kêm dibin.”

Hikumeta Sûriyê li herêmên di bin desthilata xwe de ta niha 2830 pêketiyên vîrusê û 116 mirî tomar kirine, wezareta tenduristiyên beriya niha gotibû ku "Hin rewşên sivik hene, lê derfeta wan tune ku li hemû parêzgehan testan pêk bîne.

Lê rêxistina hiqûqî da zanîn ku hin li gorî hin daneyan hijmara pêketiyên vîrusê li welêt dibe ku pir zêdetir be, her wiha got ku wan meha derbasbûyî navên 33  bijîşkên ku ji bo nexweşiyê mirine tomer kiriye, ku navên wan di hin lîsteyên li ser malperên civakî hatine weşandin, lê li gorî daneyên fermî tenê 64 bijîşk mirine.”

ŞERQ EL-EWSAT: MACRON JI BO ‘PARASTINA SERWERIYÊ’ PÊŞNIYAREKÊ PÊŞKÊŞÎ BEXDAYÊ DIKE

De barê mijarê de rojnameyê nivîs:î "Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di dema 4 saatên serdana xwe bo de Bexdayê pêşniyara "parastina serweriya Iraqê" bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî kir, pêşniyar bi lîderên Iraqê re nirxand, di serî de bi serokê komarê Berhem Salih û serokwezîr Mistefa Kazimî re.”

EL-BEYAN: BERTEKÊN RÛSYAYÊ Û NAVDEWLETÎ LI DIJÎ VEGUHASTINA ÇEKAN Û ÇETEYAN BO LÎBYAYÊ

Cîgira nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Stephanie Williams got ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê diyaloga Lîbya-Lîbya girîng e. Di raporeke agahdarkirinê ku duh di civînê de pêşkêşî meclisa ewlehiyên kir de got: Cîranên Lîbyayê ji ber çeteyan û milîsan û derbasbûna çekan, di bin gefan de ne.”

El-Mersed El-Mesrî li se zimanê Williams got ku hîna jî çete û çek bo Lîbyayê têne veguhadtin, her wiha bal kişand ser girîngiya diyaloga siyasî di demeke nêzîk de.”

EL-EREB: AGIRBESTA LÎBYAYÊ LI ‘XWEŞIYA’ TIRKIYÊ TÊ DA ‘MALBENDA WIFAQÊ’ SERERAST BIKE

Rojnameyê nivîsî: "Dereng be jî, Tirkiyê ragihand ku ew piştgiriya agirbesta Lîbyayê dike, piştî ku nakokî aloz bû, di navbera hevkarê wê yê sereke, serokê hikûmeta Wifaqê Fayiz El-Serac û wezîrê karên hundir Fethî Başaxa de.

Cîgirê serokê Tirkiyê Fuat Oktay, roja çarşemê dot: Tirkiye dê ‘êfxweş’ bibe, eger agirbesta ku meha derbasbûyî li Lîbyayê hatiye ragihandin, bi ser bikeve.