​​​​​​​Tevgera Mezopotamya û Kevana Zêrîn piştgirî da berxwedana Heftanînê

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn ên Kobanê piştgiriya xwe ji berxwedana Heftanînê re diyar kir û banga bilindkirina berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker kir.

​​​​​​​Tevgera Mezopotamya û Kevana Zêrîn piştgirî da berxwedana Heftanînê
2 îlon, 2020   11:30
KOBANÊ

Endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Diyar Umer bi zimanê kurdî, endama Tevgera Kevana Zêrîn Neclaa Bozan bi zimanê erebî daxuyaniyek li pêş Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan endamên her du tevgeran xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi xalan hate kirin:

"Ji bilî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk êrişên hovane li dijî Başûrê Kurdistanê, bi taybet Heftanînê pêk tîne. Bi wan êrişan yekser sivîlan dikin hedef da ku vîna gerîla ya ku hêza dewleta Tirk şikandiye, bişikîne.

Stratejiya dewleta Tirk a faşîst derbekirina destkeftiyên gelê Kurd li here derê ye. Kurdên li Başûrê Kurdistanê bi vê yekê hesiyan, bi wê re jî bêyî ku li benda hikumeta herêmê bisekinin parastina xwe dikin.

Divê tevahî gelên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn, baş bizanin ku li heman keştiya ku dewleta Tirk dixwaze noqî avê bike, siwar bûne. Perava ewlehiya wê jî garantiya yekitiyê dûrî hesabên nîjadperestî ye. Em bang li tevahî gel û rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin, sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a faşîst re li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet, deynin."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8I_j5LjNMgM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>