Li Şedadê ji bo pêşxistina aboriya jinan Mala Mûnê hate vekirin

Bi armanca piştgiriya jinên li gundan, Komîteya Aboriyê ya Jinan a Şedadê bi hevkariya kargeha mûnetê ya demsala zivistanê Mala Mûnê vekir.

Li Şedadê ji bo pêşxistina aboriya jinan Mala Mûnê hate vekirin
Li Şedadê ji bo pêşxistina aboriya jinan Mala Mûnê hate vekirin
Li Şedadê ji bo pêşxistina aboriya jinan Mala Mûnê hate vekirin
2 îlon, 2020   11:42
HESEKÊ

Komîteya Aboriyê ya Jinan a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya aboriya jinên li gundan, projeya Mala Mûnê vekir.

Li Mala Mûnê 6 jin dixebitin û kar di navbera xwe de dabeş dikin. Têkildarî mijarê endama Nivîsgeha Aboriya Jinan a Şedadê Menar Ilêwî bal kişand ser armanca vekirina vê projeyê û got: "Bi armanca piştgiriya jinan me û nivîsgeha Hesekê projeyên biçûk vekirin, ji wan projeyan yek Mala Mûnê ye û bi vî awayî em ê aboriya jinên li gundan bi pêş bixin."

Menar Ilêwî destnîşan kir ku ev ne projeya yekemîn e ku ew vedikin û ew ê ji bo piştgiriya aboriya jinan zêdetir projeyan vekin.

Çavdêra projeyê Buşra Hemîd îşaret bi makanîzmaya kar û xebatê kir û wiha domand: "Werşeya Mala Mûnê ya li Hesekê beşek ji hilberînên rîçal, qûtên zivistanê yên zuwikirî û yên di qutiyan de ji bo Nivîsgeha Komîteya Aboriya Jinan a Şedadê veqetandiye û dê jinên gundan erkdar bikin ku van kel û pelan bi rêya kişkên li ser rêyan bifiroşin."

Buşra Hemîd got wan bi Şaredariya Gel re li hev kiriye ku kişkan li kêleka rêyan deynin û bi vê yekê firotina hilberînan hêsantir bikin, paşê dê pereyan li jinên hilberînan difiroşin dabeş bikin.

Buşra Hemîd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê kar li ser du qonaxan bi rê ve biçe, yek peydakirina pêwîstiyan û firotina hilberînan li bazarê û qonaxa duyem jî dê 2 jinan erkdar bikin ku hilberînan bifiroşin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p9rTYeLHFz4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>