Macron dê bi rayedarên Iraqê re bicive, lê serdana Hewlêrê nake

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê plansaziya serokê Fransayê Emmanuel Macron ku vê sibê gihaşt Bexdayê, kifş kir. Di plansaziyê de serdana Hewlêrê tune ye.

Macron dê bi rayedarên Iraqê re bicive, lê serdana Hewlêrê nake
2 îlon, 2020   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Iraqê diyar kir ku serokkomar Berhem Salih li qesra Bexdayê pêşwaziya hempîşeyê xwe yê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Ajansê daxuyand ku li qesra Bexdayê serokan civînek li dar xist, lê nehate gotin ku wê Macron serdana Hewlêrê bike.

Nûnerê hikumeta Başûrê Kurdistanê yê li Bexdayê Bextiyar Hacî got serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî dê li paytexta Iraqê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Bextiyar Hacî ji dezgehên çapemeniya hikumetê re diyar kir ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro serdana Bexdayê bike û bi serokê Fransayê re bicive, lê ji ber dem têrê nake, serdana Hewlêrê nake.

Îro serokê Fransayê ji Lubnanê gihaşt Bexdayê da ku dest bi însiyatîfa "Piştevaniya Serweriyê" bi hevkariya bi NY’yê re bike.

(eh)