Şêniyên Şedadê 4 şehîd oxir kirin

Bi sedan şêneyên navçeya Şedadê ya girêdayî  kantona Hesekê 4 şehîdên Hêzên  Erka Xweparastinê li Goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.

Şêniyên Şedadê 4 şehîd oxir kirin
1 îlon, 2020   12:44
HESEKÊ

Di Merasîma oxirkirina şehîdan de bi sedan şêniyên navçeyê, saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Her çar şehîdên ku dema li ser erkên xwe yên leşkerî li gundê Seraciyê yê girêdayî navçeya Deşîşayê li ser sînorê Iraqê şehîd bûbûn, wiha ne; Amir Mihemed, Basim Mihemed, Abdullah Mihemed û Ebas Elî. 

Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîdan xwendin û rasedestî malbatên wan kirin. Piştî merasîmê di nav tilîliyên dayikan û sloganên silavkirina şehîdan de, cenazeyên her çar şehîdan spartin axê.

(sm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AtqxsSZC7XA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>