​​​​​​​Di navbera Hindistan û Çînê de alozî zêde dibe

Wezareta Parastinê ya Hindistanê diyar kir ku Çînê bi armanca guhertina rewşa li herêma sînorî, êvara 29’ê Tebaxê tevgerên leşkerî yên şantajkirinê pêk anîn. Her wiha wezaretê destnîşan kir ku Çîn peymanên berê yên girêdayî kêmkirina nakokî û rawestandina şerê li herêma Ladax a rojhilatê sînor, binpê kirine.

​​​​​​​Di navbera Hindistan û Çînê de alozî zêde dibe
31 tebax, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Hindistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ji artêşa Çînê peymanên leşkerî û dîplomasî binpê kirine û wiha domand: “Hêzên Hindistanê tevgerên leşkerî yên Çînê li ser sînorê xwe rawestandin û nehişt ku guhertinan çêke.”

Çîn û Hindistanê çend gerên ji dan û standinên leşkerî û dîplomasî piştî şerê di Hezîrana borî de pêk hatiye lidarxistin ku di encama wî şerî de 20 kuştî û birîndarên hêzên Hindistanê çêbûn.

(sm)