​​​​​​​Li Kobanê projeya firehkirina rêyan dest pê kir

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Hecî Ehmed da zanîn ku projeya firehkirina rêyên kantonê, ji bo parastina berjewendiya giştî hate erêkirin.

​​​​​​​Li Kobanê projeya firehkirina rêyan dest pê kir
31 tebax, 2020   10:27
KOBANÊ- NÎHAD KERIO

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Firatê roja 29`ê Tebaxê projeya firehkirina rêyên sereke yên kantona Kobanê erê kir. Ev gav ji bo parastina rêyan û berfirehkirina wan di pêşerojê de, pêk hat.

Li gorî biryarê, 9 şaredarî (Kobanê, Qinê, Pêndir, Sirîn, Bilik, Til Xezalê, Çelebiyê, Şêran û Taşlogê) beşdarî pêkanîna projeyê bûne.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê Hecî Ehmed têkildarî mijarê ev agahî dane ANHA`yê: "Ev biryar ji bo parastina berjewendiya giştî û pêşîlêgirtina astengiyan di pêşerojê de, hat dayîn. Rêyên me pir teng in. Piştî 50 salî jî dê cudahî zêdetir be û dê erebe zêdetir bibin. Lewma me dest bi plana firehkirina rêyên kantonê kir."

Hecî Ehmed wiha domand: "Em ê rêyan ji her aliyekî ve bi qasî 15 metre fireh bikin. Firehiya rêyên kevn di navbera 10 û 15 metreyan de ye, li ser wê esasê em ê ji aliyekî ve 7 an jî 10 metreyan anku li gorî pêwîstiya rêyê fireh bikin. Bi vê yekê dê fireheiya rêyê bibe 30 metre. Ji bilî rêya sereke ya kantonê (rêya Kobanê-Sirîn) ku dê bi firehiya 40 metreyî be."

Rêyên ku di çarçoveya projeyê de bên firehkirin, rêyên ji bajarê Kobanê hetan navçeya Çelebiyê, navçeya Qinê, rêyên ber bi Girê Spî ve û rêya Helincê (Qişlê) ne. Dê firehiya van rêyan bibe 30 metre, tenê rêya Kobanê-Sirîn dê bi qasî 40 metreyî bê firehkirin ji ber ku rêya sereke ya kantonê ye.

Li ser mal û milkên ku dê di çarçoveya projeyê de ji kêleka rêyan bê rakirin, Hecî Ehmed got: "Niha pir malên li kêleka rêyan ku dê bên rakirin, tune  ne. Tenê hejmareke kêm heye. Di dema rûxandina wan de em ê tedbîrên pêwîst bigirin û qasî em karin em ê alîkariya xwediyên wan malan bikin. Yan em ê madeyên sereke yên lêkirinê ji wan re peyda bikin, an em ê bi rêbazên din destekê bidin wan ku malên xwe dûrî rêyan lê bikin."

Ehmed wiha lê zêde kir: "Heke me dereng proje erê kiriba, dê gelek mal li kêleka rêyan bihatana lêkirin û pir astengî derketana. Dê pêşkêşkirina alîkariyê jî zehmet ba. Lê niha em dikarin destekê bidin kesên zirar dîtine."

Hecî Ehmed piştrast kir ku dê ji rêyên ketina bajarê Kobanê de dest bi pêkanîna projeyê bikin û wiha domand: "Hîna zû ye ku em dest bi firehkirina rêyên ketina gundan bikin, ji ber ku kar dixwaze. Dema dest bi wê yekê bê kirin, dê meclisa rêveber a şaredariyan ji bo diyarkirina mekanîzmaya kar bicive."

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jjK5AtUOiB4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>