Di navbera Urdun, Misir û Iraqê de projeya "Şam El-Cedîd"

Endamê Fermandariya Itîlaf El-Nesir a Iraqî  Eqîl El-Rûdeynî hûrgiliyên projeya Şam El-Cedîd a  di navbera Iraqê, Misir  Urdunê ku berî niha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî behsa wê kiribû, kifş kir.

Di navbera Urdun, Misir û Iraqê de projeya "Şam El-Cedîd"
24 tebax, 2020   12:15
NAVENA NÛÇEYAN

Ajansa Bexda El-Yewm ragihand ku Eqîl El-Rûdeynî got projeya Şam El-Cedîd li gorî hevkariya Ewropa ya  ku Kazimî behsa wê kiribû pêk hatiye, anku ne îro ketiye rojevê, lê di dema serokê hikumetê yê berê Heyder El-Ebadî de hatibû pêşniyarkirin.

Ajansa bi bîr xist ku ev proje li ser bingeha lihevkirinên aborî û siyasî yên di navbera Misir û Iraqê û herî dawî Urdunê jî tev li van lihevkirinan bû pêk hatiye.

Li gel vê yekê hikumeta Mistefa Kazimî jî dixwest vê projeyê berdewam bike nexasim ku Urdun û Misirê xwe dispêrin siyaseteke nerm.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku projeya Bîlad El-Şam El-Cedîd li gorî hevkariya Ewropayê bi rê ve diçe û dê di lotkeya sêyemîn a tê pêşbînkirin ku dê di navbera Iraq, Misir û Urdunê de li dar bikeve, were pêşniyarkirin.

 (eh)