ꞌKesên yekitiya netewî asteng dikin, dijminê gel inꞌ

Nivîskar Beşîr Mele Newaf got: “Doza Kurdan ne doza partiyekî, eşîrekî yan jî aliyekî ye. Doza exlaq û wijdanê ye. Doza hebûn û pêşeroja gelê Kurd e. Lewra tekane rêya azadiya gelê Kurd ew e ku yekitiya neteweyî ava bikin. Kesên vê yekitiya asteng dikin cihê wan di nava civaka Kurd de tune ye û dijminên gel in.”

ꞌKesên yekitiya netewî asteng dikin, dijminê gel inꞌ
24 tebax, 2020   02:16
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT

Ji berê ve gelên ku daxwaza azadî, rûmet û jiyaneke azad dikin, bi êrişan re rû bi rû dimînin. Lewma eger mirov li dîrokê vegere mirov gelek mînakên vê yekê isbat dikin dibîne. Têkildarî mijarê tevahiya serokan û heta rêberan ji gelên bindest re pêşengtî kirine, ji gelan re eşkere kirine ku bi saya yekitiyê azadî û rûmet misoger dibe. Ji van rêber û lêvgerên di dîrokê de kesê yekemîn car banga yekitiyê kiriye Melekê Sumeran ê bi navê Şîro Beg e. Di 2600 beriya zayînê li ser kavilekî ji kurê xwe Ziyos re qala girîngiya yekitiya gelan kiriye. 

Gelê Kurd jî yek ji gelên ku li azadî û hebûna xwe digere ye. Dema mirov li dîrokê vedigere mirov dibîne ku serokkomarê Mahabadê Qazî Mihemd ku di sala 1947`an li ser destê rejîma Îranê hate darvekirin, wesyeta yekitiya gelan dike.

ꞌYEKITIYA NETEWEYÎ JI BO GELÊ KURD HÎM Û BINGEH Eꞌ

Nivîskar û Mamosteyê Wêjeya Kurdî yê li Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf got: “Ji bo gelê Kurd yekitiya neteweyî ya Kurdistanê bingehek e. Ji ber vê tevahiya serok, siyasetmedar û gelê Kurd li wesyeta Qazî Mihmed vegerin. Ji ber pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiya neteweyî heye, ne tenê di qada siyasî de, di qada civakî û hebûnê de jî.”

Mele Newaf wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herêm di qonaxeke hesas re derbas dibe. Nexasim gelê Kurd û çareseriya tekane ew e ku yekitiya gelan ava bibe. Ji ber ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve artêşa Tirk û çeteyên wê rasterast êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di heman demê de êrişî herêmên parastina Medya yên li Başûrê Kurdistanê jî dike û hewl dide hebûna gelê Kurd tune bike."

ꞌDIVÊ CIVAK Û SAZÎ PÊK VE ZEXTÊ LI ALIYÊN YEKITIYÊ ASTANG DIKIN, BIKINꞌ

Mele Newaf diyar kir ku yekitiya neteweyî ya Kurdistanê ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke civakî û mirovî ye û wiha pêde çû: “Lewra divê tevahiya sazî û civak beşdarî yekitiyê bibin û zextê li ser kesên ji vê yekitiyê re dibin kelem, bikin. Ev jî tê wateya ku yekitiya partiyên siyasî têra misogeriya yekitiya neteweyî nake. Partiyên siyasî dikarin projeyan pêşniyar bikin, ji ber yekitiya realist yekitiya civakê ye.”

ꞌKESÊN KU YEKITIYA NETEWÎ ASTENG DIKIN, DIJMINÊN GEL IN’

Beşîr Mele Newaf da zanîn ku çi bizanebûn be çi jî ne bizanebûn be kesên yekitiya neteweyî asteng dikin, ew xizmeta dijmijê gelê Kurd dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê divê civak vê baş ji hevdû  derxîne. Her wiha kesên ji bo yekitiya Kurdan kar û xebatê dikin divê gel hişyar bikin û ji wan re zelal bikin ka çi dikeve xizmeta gel û çi nakeve xizmeta gel.”

Têkildarî hewldanên hin hêzên mijara yekitiya keysbaz dikin û astengiyan derdixînin Beşîr Mele Newaf wiha axivî: “Ev hewldan nayên qebûlkirin, ji ber xizmeta dijminên doza Kurdan dikin. Doza Kurdan ne doza partiyekê, eşîrekê yan jî aliyekî diyarker e. Doza exlaq û wijdanê ye. Bi hebûna gelê Kurd û  pêşeroja wan ve girêdayî ye. Lewma tekane rêya qezenckirina gelê Kurd ji  mafên xwe re ew e ku yekitiya neteweyî ava bibe û kesên ji vê yekitiyê re dibin kelem nabe di nava civakê de bimînin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 40 sale bê şert û merc banga yekitiya Kurdan dike, lê PDK heta niha tu gav neavêtiye û her carê bi paş dixîne. Têkildarî vê nuqteyê Beşîr Mele Newaf ev yek got: "Heke mirov kêmekî li  dîrokê vegere mirov dibîne ku ji sala 1992`an ve PDK`ê her tiştên xwe xistiye destên artêşa Tirk û ji ber vê yekê ji yekitiya neteweyî baz dide."

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku parçebûna Kurdistanê di hemû qadên civakî, siyasî, çandî û derûnî bandoreke neyînî li gelê Kurd dike û got: “Ev parçebûn gelan dixe nava metirsiyê de û heke mirov bixwaze dawî li vê metirsiyê bîne, divê mirov yekitiya neteweyî misoger bike. Her wiha civakeke serhildêr ava bibe, li gel vê dê bi saya yekitiya neteweyî kesên bi ajandeyên derve ve girêdayî li xwe vegerin û têkiliyên xwe ji wan qut bikin.”

(eh)  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Da1EJHdjNwg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>