​​​​​​​Şêniyên gundewarê Dêrazorê xwestin rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya ji gundên wan derkevin

Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê bi meşekê xwestin rejîma Sûriyê, Îran û Rûsyayê ji gundên wan derkevin.

​​​​​​​Şêniyên gundewarê Dêrazorê xwestin rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya ji gundên wan derkevin
​​​​​​​Şêniyên gundewarê Dêrazorê xwestin rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya ji gundên wan derkevin
​​​​​​​Şêniyên gundewarê Dêrazorê xwestin rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya ji gundên wan derkevin
21 tebax, 2020   14:33
DÊRAZOR

Bi diruşmeya "Îna rizgarkirinê", bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê "Hesîna, Merat, Salihiyê, Hetla, Tabiya û Mezlûm" meşeke girseyî li dar xistin û xwestin ku rejîma Sûriyê û milîsên Îran û Rûsyayê ji gundên wan derkevin.

Meş ji herêma Ezba û Miêzîayê yên gundewarê bakur ber bi çerxerêya kargehan a gundewarê rojava ve dest pê kir.

Di meşê de pankartên "Ji Rûsya û milîsên Îranê re na", "Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gundên me ji milîsên Îran û Rûsyayê re rizgar bikin" hatin hildan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fFccre64exs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>