Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin

Bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê, Navenda Çand û Hunrê ya Minbicê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin
Di salvegera rizgarkirina Minbicê de gul hatin belavkirin
15 tebax, 2020   17:09
MINBIC

Endamên komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê yên ji hemû pêkhateyên bajarê Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn. Meşê ji çerxerêya Sebi Behrat dest pê kir û li çarxerêya Sefîne ya li ser rêya Helebê bi dawî bû.

Meşvanan di destên xwe de gul û def rakirin, da ku folklorê pêkhateyên bajarê Minbicê nîşan bidin  û gul li şêniyên li aliyên rê sekinîbûn belav kirin.

Meşvanan her wiha gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nci2xkzdoi0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>