QSD'ê li gundewarê Dêrazorê şaneyek DAIŞ'ê girt

QSD`ê li herêma Bisêra ya rojhilatê Dêrazorê şaneyek DAIŞ'ê girt.

QSD'ê li gundewarê Dêrazorê şaneyek DAIŞ'ê girt
12 tebax, 2020   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê mijarê de daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Hêzên me yên taybet bi desteka asîmanî ya Koalîsyona Navneteweyî, di çarçoveyên xebatên pêkanîna ewlehiyê herêmê de, li herêma Bisêra ya rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de şaneyek rêxistina DAIŞ'ê ku 4 endaman pêk dihat hate girtin. Her wiha çek û alavên teknîkî yên di dest wan de, hatin desteserkirin."

ANHA