Artêşa Tirk bombe li wesayîta Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand

Balafirên bêmirov ên keşfê yên biçek (SÎHA) ên Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê bombe li wesayîteke ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand.Di bomberdûmanê de Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û birayê wî Şemdîn Halî mirine.

Artêşa Tirk bombe li wesayîta Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand
11 tebax, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Bêmirov ên Keşfê yên Biçek (SÎHA) ên Tirk li devera Kêlaşîn a Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li wesayîta Fermandarê Hêzên Tutaya 3'an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê barand.

Hate ragihandin wesayîta SÎHA’yan bombe kir ya Fermandarê Hêzên Sînor ên Iraqê yê Herêmê Zubeyri Halî ye.

Di êrîşê de birayê Zubeyr Halî Şemdîn Halî jî miriye, sivîlek ku navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.