Yewnanistanê banga civîneke awarte li YE’yê kir

Ofîsa Serokwezîrtiyê a Yewnanistanê diyar kir Yewnanistan girêdayî tevgerên dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî dixwaze civîneke awarte ya Yekitiya Ewropayê li dar bikeve.

Yewnanistanê banga civîneke awarte li YE’yê kir
11 tebax, 2020   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis got: “Wezîrê derve dê banga civîneke awarte li Meclisa Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) bike.”

Keştiyên şer ên her du dewletan li rojhilatê Deryayê Spî ne, piştî ku dewleta Tirk keştiya lêkolînê şand herêma ku Yewnanistan dibêje ya wê ye, da ku lêkolînan girêdayî jêderên enerjiyê bike.

(şx)