Koronavîrus ji ber sersariyê zûtir belav dibe

Tevî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Koronavîrusê qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin û her roja ku diçe hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde dibe, lê dîsa jî şêniyên navçeya Dêrikê bi baldarî nêzî vê nexweşiyê nabin û tedbîrên Rêveberiya Xweser ragihandine bi cih naynin.

Koronavîrus ji ber sersariyê zûtir belav dibe
Koronavîrus ji ber sersariyê zûtir belav dibe
Koronavîrus ji ber sersariyê zûtir belav dibe
Koronavîrus ji ber sersariyê zûtir belav dibe
11 tebax, 2020   06:44
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi Koronavîrusê dikevin zêde dibe û zû li herêman berbelav dibe. Lewma heta 20`ê vê mehê wê qedexeya derketina derve berdewam be.

Tevî vê yekê bazara Dêrikê zêde qerebalix e, pabendiyê bi tedbîrên xweparastina ji vîrusê nakin û dema pêwîstiyên xwe dikirin, lepik û maskan bi kar anîn.

Nûçegihanên me li bazara Dêrikê geriyan û têkildarî pandemiyê û bandora wê ya li ser şêniyan hevdîtin bi çend dikandar û şêniyan re çêkir. Xwediyê dikana kel û pelan Sebrî Abdullah diyar kir divê şênî xwe, malbata xwe û civaka xwe ji vê pandemiyê biparêzin.

Sebrî Abdullah got: “Ji dema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ragihandiye me tedbîrên pêwîst girtine. Nexasim dema ku em kirîn û firotinê dikin.”

Abdullah bang Ii welatiyan kir ku dema li bazarê digerin û pêwîstiyên xwe werdigirin dûrî hev bikevin û bi vê yekê parastina herêmê bikin.

Mihemed Emîn, xwediyê dikana sebzeyan jî wiha got: “Rêya parastinê ya herî baş ew e ku kes ji hev dûr bisekinin.”

Têkildarî tedbîrên xweparastina ji vîrusê hevserokê Heyva Sor a herêma Şerqiye Ehmed Şêxmûs got Heyva Sor tedbîrên pêwîst girtine, li pêşiya navendên Heyvê kon vegirtine û dema nexweş tên wan derman dikin.

Ehmed Şêxmûs wiha li axaftina xwe zêde kir: "Endamên Heyva Sor a Kurd perwerde dîtine, çawa mask û lepikan li xwe bikin, xwe dûrî nexweşan bixin û heke nîşane li nexweşan hebin ew ê nexweş dûr bixin û testên pêwîst jê re çêkin."

Ehmed Şêxmûs bang li şêniyan kir ku bi çavekî biçûk li vê nexweşiyê nenêrin, ji ber ku li tevahiya cîhanê berbelav bûye û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê divê dûrî kombûnan bikevin, dûrî hev bikevin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S7NkgnyTchY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>