DYA`yê cezayên nû û berfireh li dijî hikumeta Esed û piştevanên wî ferz kir

DYA`yê çarşemê ragihand ku cezayên nû li dijî hikumeta Sûriyê û piştevanên wê ferz kirine. Her du wezaretên derve û diravî der barê vê gavê de du daxuyaniyên cuda parve kirin. Ev beşê duyemîn ê tedbîrên di çarçoveya qanûna Qeyserê hatine girtin de ye, ku ji bo parastina sivîlên Sûriyê meha borî ketibû meriyetê.

DYA`yê cezayên nû û berfireh li dijî hikumeta Esed û piştevanên wî ferz kir
29 tîrmeh, 2020   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karê derve yê DYA’yê Mike Pompeo bi daxuyaniyekê ragihand ku koma nû ya cezayan bi navê "cezayên Hema û Merat Nûman" e û destnîşan kir ku ev gav ji bo bîranîna du bûyerên xerab ên bi destê rejîma Esed ku wekî vê hefteyê di salên 2011`an û 2019`an de pêk hatine.

Di lîsteya hatiye diyarkirin de 14 cezayên nû hatine ferzkirin. Pompeo ragihand ku ceza li dijî kurê mezin ê Beşar Esed Hafiz Esed, Zuhêr Tewfîq Esed û kurê wî, Kerem Esed û furqeya yekê ya hêzên hikumetê, hatine ferzkirin.

Mike Pompeo wiha got: "Beriya 9 salan, hêzên Beşar Esed bajarê Hemayê dorpêç kir û bi dehan xwepêşandêrên sivîl kuştin. Beriya salekê jî, rejîma Esed û hevalbendên wê sûkeke qerebalix li Merat Nûman topbaran kirin û 42 welatiyên Sûriyê yên bê guneh kuştin."

 Pompeo daxuyand ku: "Divê têkildarî qurbaniyên Hema û Merat Nûman û  sûcên şer ên din ên dermirovî ku rejîma Esed pêk tîne, lêpirsîn û adalet hebe. Li pêşiya rejîma Esed û alîgirên wî du berbijark hene; yan dê gavên ji bo çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê hejmar 2254`an bavêje, yan dê rastî lîsteyên nû yên cezayan bê û dê têk biçe."

Wezîrê Amerîkî di daxuyaniyê de soz da ku dê her tim rejîma Esed ji sûcên ku pêk aniye, berpirsyar nîşan bidin û got: "Artêşa rejîma Esed bûye sembola hovîtî, çewisandin û gendeliyê. Bi hezaran sivîl kuşt û xwepêşandêrên bê çek bin çav kir û êşkence kir. Her wiha dibistan, nexweşxane û sûk rûxandin."

Wezareta Diravî jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku nivîsgeha çavdêriya esilên biyanî (Ofac) ya girêdayî wê, navê karsazekî û 9 aliyên din xistiye lîsteya cezayan, ji ber ku bi rêya lêkirina avahiyan piştgirî dane hikumeta Sûriyê.

Wezaretê piştrast kir ku ev gav di çarçoveya berdewamkirina zextên li dijî şerîket û kesên ku piştgiriya çalakiya ji nûvelêkirinê ya rejîma Esed dikin, pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: "Wezareta Diravî 10 armanc xist lîsteya cezayan, ku 4 li gorî qanûna Qeyser û biryara hejmar 13582, ji ber destekdayîna hikumeta Sûriyê ne û 6 yên mayî jî tenê li gorî biryara hejmar 13582 ne."

Wezareta Diravî ya Amerîkayê tekez kir ku dê zexta li dijî kes û şerîketên destekê didin çalakiya ji nûveavakirinê ya rejîma Esed, berdewam bike.

Wezratê daxuyand ku hemwextî cezayên wezareta derve ya Amerîkayê, wê 4 kes li gorî madeya duyem a biryara hejmar 13582`an ku girêdayî kesên agirbestê asteng dikine, xistiye lîsteya cezayan.

Ji kesên ku ceza li wan hatine ferzkirin karsazê Sûriyê Wesîm Enwer El-Qetan e.

Wezaretê ragihand ku têkiliya El-Qetan bi kesayetên bi hêz ên rejîma Esed re hene, lewra hikumeta Sûriyê hemû projeyn lêkirinê yên mezin ên derveyî bajarê Marote yê Şamê, dan El-Qetan.