​​​​​​​Li Sûriyê hejmara nexweşên Covid-19 bû 674

Hate ragihandin ku li Sûriyê 24 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 2 kesên din jî mirin.

​​​​​​​Li Sûriyê hejmara nexweşên Covid-19 bû 674
27 tîrmeh, 2020   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku 24 kesên din bi şewba Koronavîrusê ketine û 2 din jî mirine.

Li gorî van daneyan, li Sûriyê heta niha 674 kes bi vîrusê ketine û 40 jî mirine.