Leşkerekî Ermenî hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku îro di êrişên li ser sînorê Ermenistan û Azerbêcanê de leşkerekî wan hate kuştin.

Leşkerekî Ermenî hat kuştin
27 tîrmeh, 2020   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê ragihand ku leşkerê bi navê Aşût Mîkaîliyan şeva yekşemê (duh) bi guleyeke dijber li ser baregeheke li bakurê rojhilatê Ermenistanê hate kuştin.

Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê jî artêşa Ermenistanê tawanbar kir ku gule ber bi baregehên wan ve direşandin.

 (bx)