Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan

Şêniyên bajarokê Cezaa yê girêdayî navçeya Til Hemîsê bi meşekê destnîşan kirin ku sekinandina li hember berjewendiyên osmaniya kevin – nû, yekitî ye.

Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
Şêniyên Cezaa li dijî êrişên dagirkeran meşiyan
22 tîrmeh, 2020   12:02
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarokê Cezaa yê girêdayî navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo destekdayîna gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên parastina wê dikin, her wiha ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, meşek lidar xist.

Meş ji şaredariya gel a bajarokê Cezaa dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên şermezarkirina dagirkirina osmaniya nû li Bakurê Iraqê, Lîbya û Sûriyê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên banga azadiya rêber Ocalan û xurtkirina têkoşînê hatin berzkirin.

Meş li deriyê veguhestinê yê başûrê bajarokê Cezaayê veguhertî mîtîngê. Di mîtîngê de Endamê PYD`ê Mensûr Abdullah axivî û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û destwerdanên wê ji dewletên ereban re, şermezar kir.

Mensûr Abdullah di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya berxwedana lehengan li hev kom bûne û tekez kir ku berxwedana Heftenîn di nava rûpelên dîrokê de hate qeydkirin û nifiş bi nifiş dê bi bîr bînin.

Abdullah tekez kir ku sekinandina li hember berjewendiyên osmaniya kevin – nû, yekitî ye û divê dev ji hemû pirsgirêk û nakokiyan werin berdan û derfet nedin tu kesî ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina yekitiya gelê Sûrî û azadiya rêber Ocalan bidawî bû.

bx

ANHA