Sîsî û Trump di derbarê rewşa Lîbyayê de li hev kirin

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bi hevpîşeyê xwe yê DYA'yê Donald Trump re hevdîtin pêk anî, geşedanên derbarê Lîbyayê de û encamên wê li ser ewlehiya gelemperiya herêmî nîşqaş kirin.

Sîsî û Trump di derbarê rewşa Lîbyayê de li hev kirin
20 tîrmeh, 2020   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîs Besam Radî daxuyand ku herdu serokan li ser pêkanîna agirbestiyê li Lîbyayê li hev kir, da ku diyalog û çareseyên siyasî aktîv bikin.

Radî got, El-Sîsî helwesta stratejîk ya sabît ya Misirê ya li hember doza Lîbyayê ji bo vegerandina hevsengiyî û aramiyê li herêmê û parastina saziyên wê niştîmanî, da xuyakirin.

He wiha anî ziman ku Misir baldar e ku pêşî li xirabûna rewşa ewlehiyê bigire, bi rêya rawestandina destwerdanên biyanî yên neqanûnî di doza Lîbyayê de, her wiha diyar kir ku ev destwerdan rewş hîn xirabtir kir ku bandor li ewlehî û aramiya herêmî kir.  

Her wiha serokomarê Amerîkayê Donald Trump fêmkirina xwe ji têgihîştinên têkildarî encamên neyînî yên krîza Lîbyayê ya li ser herêmê nîşan da û hewldanên Misirê li hemberî krîza Libyayê spas kir.

(rm)