Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navnîşana "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û jin..Têkoşîna siyasî, leşkerî û rêveberî berdewam e" panelek li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
Li Qamişloyê panela "Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Jin''
18 tîrmeh, 2020   17:15
QAMIŞLO

Nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Jinan, ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), çalakvanên siyasî, hiquqî, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan, Desteya Jin, Rêxistina Şarik a Geşkirinê û Tora Fermandarên Aştiyê, Desteya Aborî, Desteya Çandinî ya herêma Cizîrê, Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê û Dîwana Meclisa Edaleat Civakî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de têkoşîna jin a siyasî, leşkerî û rêveber hatin nîqaşkirin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên bi xêrhatina beşdaran kir û salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li wan pîroz kir.

DESTKEFTIYÊN JINAN DI QADA SIYASÎ DE

Di vê rûniştinê de, Seroka Meclisa Rêveber a MSD' Îlham Ehmed behsa destkeftiyên jinan di qada siyasî de kir.

Îlham Ehmed got, "li gel rejîma navendî ya baviksalarî ya Baas'î, rola jin di qada siyasî de paşguhkirî bû, civak bi hişmendiya zilam hatibû bi rêxistinkirin û jin hatibûn kolekirin, her wiha navnedên rêveberî, doplomasî tenê di qada siyasî de tenê ji bo zilaman bû, ji ber ku qanûn û destûra Sûriyê bi hişmendiya zilamê serdest hatibûn nivisandin."

Îlham bal kişand ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo jinan derfetek bû ku di her qadan de xwe azad bikin û mafên xwe vegerînin."

Îlham Ehmed dstnîşan kir ku nabe siyasset û civak ji hev werin cûdakirin, ji ber her karek jinan di qada civakî de tê wateya xebateke siyasî û wiha domand: " Em dikarin bêjin ku di salên şoreşê de jinan di qadên siyasî, hiqûqî, jiyan, leşkerî û çandî destkeftiyên mezin qezenc kirin. Em dikarin bêjin ku jinan dest bi şoreşeke çandî kirin."

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe gotin. Hate gotin ku jinan bi aştiyane, siyaset û edaletî pêşengtiya şoreşê kir, di demekê de ku li herêmên Sûriyê ji ber êriş û nakokiyan azar dijwar dihatin jiyîn. Her wiha hate dsetnîşankirin ku jin li ber xwe dide, demokrasiyê ava dike, di her qadan de xwe îsbat dike, doza xwe kirin dozeke civakî, hîna rê li ber jinan dirêj e da ku li hemberî gelek zehmetiyan bisekin.

DESTKEFTIYÊN LEŞKERÎ

Ev rûniştin ji aliyê berpirsa Ragihandina YPJ'ê Viyan Adar ve hate birêvebirin.

Viyan got: "Têkoşîna jinan tenê di qada medenî de sînodar nema, lê belê jinên li Rojava serkeftineke mezin pêk anîn ku beşdarî pergala parastinê bûn. Bi avakirina YPG'ê re tabûrên taybet ên jinan ava kirin. "

Viyan Adar bi domdarî got, piştre yekîneya xwe bi navê YPJ' ava kirin, ku di nava 9 salan de êrişên çeteyan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivandin.

Di nîqaşên beşdaran de jî, hate diyarkirin ku jinan di nava şoreşê de îsbat kirin ku dikarin xwe, gelê xwe û xaka biparizin, di serî de şerê hişmendiya civakî kirin ya didît ku tenê zilam dikare çekê rakin.

DESTKEFTIYÊN RÊVEBERÎ

Rûniştina sêyemîn a panelê de girêdayî destkeftiyên ku jinan di warê rêveberiyê de bidestxistin bû, ev mijar ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ve hate birêvebirin.

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku xeta ku Rêveberiya Xweser hilbijartiye xeteke cûda ye, ku girîngiyeke mezin didin cih û rola jinan.

Bêrîvan got, bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di 21'ê Çileya 2014'an de jinan cihê xwe di hemû meclisên rêveberiyê de girtin, mînak di meclisa rêveber de 4 jin ji bo serokatiya desteyan hatin hilbijartin, ev sîstem li hemû rêveberiyên xweser hatiye pêkanîn.

Beşdaran li ser mijarê gotin, jinan roleke sereke û diyar lîstin, lewra bûn hedefa aliyên dijber, mînake vê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser jinan, komkujiya li Kobanê ya li dijî jinên çalakvan ê ye.

ANHA