Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin

Rûspiyên bajarê Amûdê êlên El-Raad û El-Dêf piştî nakokiya 50 salî li hev anîn.

Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
Piştî nakokiya 50 salî du êl li hev hatin
10 tîrmeh, 2020   12:04
QAMIŞLO

Her du êlên ji gundê Selman ê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê li ser doza kuştina endamekî êla El-Raad bi nakok bûn.

Îro rûspiyên êlên bajarê Amûde civîneke lihevanînê li navenda navçeya Amûde bi tevlêbûna rûspiyên êlên Kurd, Ereb û bi dehan şêniyên bajêr li dar xist.

Mihemed El-Raad di destpêka rûniştinê de axivî û spasiya tevahiya beşdarên kir ku hewl da her du êlan li hev bînin û got: “Em El-Raad û El-Dêv ji bav û kalekî de bira ne. Bi navê êla El-Raad ez lêborînê ji êla El-Dêf dixwazim.”

Feysel El-Dêf bi navê êla El-Dêf axivî û got: “Bi saya şêniyên Amûdê em niha li vir in. Feysel rûniştandina têkiliyên biratiya gelan destnîşan kir.”

Piştre Abdulqadir Wete rûspiyê êla El-Deqûrî, Ismaîl El-Raad rûspiyê êla El-Raad û Mihemed Şerîv ê ku rolek di lihevanînê de lîstiye, spasiya her du aliyan kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vqGMN5cs43Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>