Şêniyên Eyn Îsayê sûcên li dijî Goristana Kefîfa şermezar kirin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî goristanên li kantona Girê Spî a dagirkirî pêk anîne,  şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji van sûcan re deyne.

Şêniyên Eyn Îsayê sûcên li dijî Goristana Kefîfa şermezar kirin
10 tîrmeh, 2020   07:25
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gorên li Goristana Kefîfe ya girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî rakirin û baregeh pê avakirin û şêniyên herêmê topbaran dikin.

Têkildarî mijarê Hêva Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî goristanên şêniyan li herêmên dagirkirî sûcan pêk tînin û şermezar kir. Her wiha Hêva Hesen der barê îdiayên Tirkiyê ku piştevaniya çeteyan dike û parêzvanê misilmanan e, heyîrî ma û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku parêzvanê misilmanan e, lê berovajî vê yekê dibînin. Her wiha goran hildiweşîne û baregehên leşkerî ava dike ku dagirkirina xwe bisepîne."

Hêva Hesen bang li civaka navneteweyî kir ku li sûcên dagirkeriyê li hember pîroziyên li herêmên dagirkirî binêre û sînorekî jê re deyne.

Girêdayî mijarê, Ebid Ewad sûcê kirêt ê li dijî goristana gundê Kefîfa şermezar kir û wiha axivî: "Ev dikeve sûcên li dijî gorên miriyan û binpêkirina wê, bi wê re jî hovîtiya dagirkeriyê û paşguhkirina pîroziyên ola îslamê eşkere dibin."

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker heman sûc li Goristana Şehîd Mehmûd Tema ya li rojavayê Girê Spî pêk anî, lê tu aliyan helwesta xwe li hemberî vî sûcî nîşan neda.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZB3TR0DGhUY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>