Rûsya: Em piştgiriyê didin diyalogên Şam û Kurdan

Rûsya ragihand ku ew piştgiriyê dide diyalogên derbarê pêşeroja Sûriyê de yên di navbera hêzên Kurdî û desthilata Sûriyê de û got kurdên xwecihî beşek nayê parçekirin ji gelê Sûriyê ne.

Rûsya: Em piştgiriyê didin diyalogên Şam û Kurdan
9 tîrmeh, 2020   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevê Wezareta Karên Derve ya Rûsya, Maria Zakharova, îro Pêncşemê, di kongreyeke çapemeniyê de ragihand, ku bi sedên salan, Sûriye welatek bû ku komên etnîkî û olî yên cûda bi aştiyane bi hev re jiyan.

Zakharova got: "Em di wê baweriyê de ne ku divê mîna van kevneşopiyên dîrokkî werin parastin û bi temamî werin berdewamkirin. Helwesta me ev e ku kurdên Sûriyê beşek ku nayê parçekirin ji gelê Sûriyê ne… ji vê bingehê Moskove piştgiriyê dide diyalogên di navbera Kurd û Şamê yên derbarê sîstea pêşerojê ya welatê xwe yê hevbeş."

Zakharova daxuyand "Divê Sûrî biryara şeklê welatê xwe diyar bikin, ta hemû niştecihên Sûriyê bêyî cûdabûna olî û etnîkî hîs bikin ku rewş aram û ewle ye."