Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyeke hevbeş kir.

Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş
Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş
Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş
9 tîrmeh, 2020   08:09
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û helîkopterên Rûsyayê pêk hat û li gundê Aşmê dest bi gerê kir.

Tê payîn ku dewriye di gundên Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re jî derbas bibe.

Wekî gelekî caran şêniyên hin gundan bi keviran pêşwaziya panzêrên dewleta Tirk kir û derbasbûna wan ji xaka Sûriyê re red kir. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna dewleta Tirk li Sûriyê wek hêzeke dagirker dibînin.

Dewriyeyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi rê ve diçin, li ser esasê hevpeymana 22’yê Cotmeha 2019`an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi rê ve diçin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Whbpl8FwYH4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>