Generalekî amerîkî: Bawer im dê Iraq ji hêzên me bixwaze ku bimîne

Rayedarekî leşkerî yê payebilind ê amerîkî ragihand ku serokwezîrê nû yê Iraqê hin gavên girîng pêk anîn da ku li dijî komên alîgirên Îranê ku êrişî hêzên Amerîkayê kiribûn, bisekine. Her wiha got ew bawer e hikumeta Iraqê dê ji hêzên Amerîkayê xwesteka mayîna li welat bike.

Generalekî amerîkî: Bawer im dê Iraq ji hêzên me bixwaze ku bimîne
8 tîrmeh, 2020   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Washington Post a amerîkî, general Kenneth McKinsey ragihand ku pêdiviya Amerîkayê bi dayîna alîkariyê ji serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî re heye û destnîşan kir ku biryareke nû heye ku hêzên Amerîka di bajêr de bimînin û alîkariya Iraqê di şerê DAIŞ’ê de bikin.

Serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKinsey, spasiya Kazimî li ser biryara  wî ya pêkanîna êrişekê li ser komên ku Pentagon ew bi pêkanîna êrişên domdar der heqê hin kesayetên Amerîkî de li Iraqê tawanbar kiribûn, kir.

Kenneth McKinsey da zanîn ku pêngava nenormal a li dijî komên Hizbullah, ên ku hişt fermandarên wê bi hers bin, astengiyên ku Kazimî di hewldana rawestandina êrişên komên çekdar de bêyî tu bandoran li hevsengiya lawaz a mezintirîn piştevanên ji Iraq, Washington û Tehranê re bike, diyar dike.