Hêzên Ewlekariya Hundirîn gotegotên têkildarî kampa Holê derewandin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotegotên têkildarî girtina fermandarê pasdarên kampa Holê bi tawana revandina kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê, derewandin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gotegotên têkildarî kampa Holê derewandin
8 tîrmeh, 2020   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hinek  malper û rûpelên tevna civakî îdia kir ku fermandarê pasdarên kampa Holê ya kantona Hesekê ku bi hezeran malbatên çeteyên DAIŞ`ê û penaberên Iraqê tê de ne, bi tawana revandina kesan ji kampê hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê derbarê de daxuyaniyek da û tê de gotegotên bi vî awayî derewandin û tekez kir ku hêzên wan hemû tedbîrên ewlehiyê digirin da ku tu binpêkirin li kampê û derveyî wê çênebe.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de behsa gotegotên ku li ser malper û toreyên tevna civakî yên der barê girtina fermandarê pasdarên kampa Holê de bi tawana revandina kesên di kampê de û girêdayî terorîstên DAIŞ`ê ne, kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di berdewama daxuyaniya xwe de, agahiyên bi vî awayî derewandin û destnîşan kir ku ev yek hate belavkirin piştî ku hemû şêwazên ku qaçaxçiyan ji bo revandina ji kampê bi kar dianîn, hatin eşkerekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wan hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst ji bo binpêkirinên ewlehiyê li kampê û derveyî wê digirin.

(bx)

ANHA