​​​​​​​'Zuhakirina çemê Firatê sûcekî mezin e'

Rêveberê Buroya Ewqafê got: " Qutkirina ava Firatê li ser bi milyonan welatiyên Sûriyê, sûcekî mezin ê şer e, ku gelê Sûriyê hesabê wê dide. Divê civaka navnetewî der barê wê de helwesteke cidî nîşan bide û hesabê ji rejîma Tirkiyê bixwaze.''

​​​​​​​'Zuhakirina çemê Firatê sûcekî mezin e'
8 tîrmeh, 2020   06:10
REQA- EMAR EL-XELEF

Siyaseta dijminahiyê ku rejîma Tirkiyê bi serkêşiya Recep Tayyîb Erdogan dimeşîne, dê bi xwe re karesateke mirovî ya mezin bîne, ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî nikaribe  bandorên wê kêm bike. Nexasim heke dewletên cîhanê û Komkara Dewletên Erebî der barê wê de bêdengiya xwe biparêzin. Ev siyaset kîna dewleta Tirk a li hemberî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê nîşan dide.

Ajansa me "ANHA" li ser mijarê hevpeyvîneke bi rêveberê Buroya Kar û Barên Olî (Ewqaf) a Reqayê Elî El-Şûyêb re çêkir. El-Şûyêb got: "Dewleta Tirk qutkirina ava vexwarinê li ser erdên Sûriyê berdewam dike, asta ava Firatê pir kêm kiriye, ji ber wê yekê zêdetirî 21 pompeyên avê yên lawaz û navîn hatin rawestandin. Ji ber vê yekê piraniya şêniyên hundirê Sûriyê bi giştî û bi taybetî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar kir."

El-Şûyêb bêdengiya navnetewî ya li hemberî wan kiryaran rexne kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hîna civaka navnetewî li hemberî van sûcên mirovî bê deng e. Gelo helwesta dewletên Erebî û Îslamî ku banga aşîtiyê dikin, li hemberî wan kiryaran çi ye? Helwesta wan li hemberî xwînmijê ku di dirêjahiya 10 salên borî de bi gelê Sûriyê lîst çi ye?"

cx

ANHA