​​​​​​​Bav li Efrînê kuştin û keça wî li Tirkiyê girtin

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend rojan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê keça şêniyê bi navê Mihemed Îbiş Nasan ê ku ji hêla dagirkerên Tirk ve hate kuştin, girt.

​​​​​​​Bav li Efrînê kuştin û keça wî li Tirkiyê girtin
5 tîrmeh, 2020   13:19
HELEB

Çavkaniyan ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker Zêneb Nasan keça şêniyê bi navê Mihemed Îbiş Nasan ê ji gundê Hec Hesna Jorîn ê navçeya Şiyê, dema tevî hevserê xwe diçû nexweşxaneyekê li Stenbolê, girt.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Zêneb ducanî ye û diçû nexweşxaneyê da ku belgeyên pêwîst îmze bike. Lê dema digihêje nexweşxaneyê wê bi tawana dan û standina bi Asayîşê re digirin. Heta niha çaranûsa wê ne diyar e.

Mihemed Îbiş Nasan (55) di 2`yê Tîrmeha 2018`an de bi îşkenceyê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve bêyî ku sedem bên zanîn, hate kuştin.

Li aliyekî din jî çavkaniyek ji gundê Hec Hesna diyar kir ku du ajanên ji şêniyên gund bi navên Elî Karê û Hisên Seydî tevî çeteyên Lîwa Semerqend bi ser malên gundiyan de digirin û telefonên wan kontrol dikin.

(şx)

ANHA