Iraq nameyeke protestoyî radestî Tirkiyê kir

Berdevkê Hikumeta Iraqê Ehmed Mele Talal got, hikumeta Iraqê nameyeke protestoyî radestî sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê kir û got, dê di çarçoveya qanûn û peymanên navdewletî de mafên Iraqê di redkirina van binpêkirinan û rawestandina wê de îsbat bike.

Iraq nameyeke protestoyî radestî Tirkiyê kir
4 tîrmeh, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya berdevkê Hikumeta Iraqê Ehmed Mele Talal de hate diyarkirin ku hêzên Tirkiyê ev demeke destdirêjî xaka Iraqê, Bexda van kiryarên ku ziyanê dighîne têkiliyên xurt a dem dirêj a di navbera herdu gelan de bi tundî şermezar dike.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina van binpêkirinan hate kirin û got: "Tirkiyê berpirsê qanûnî û exlaqî ji windahiyên mirovî û madî ye."

Her wiha bang li civaka navdewletî hate kirin ku gavên derbarê pêşxistina ewlehiya heêrmê û parastina serdestiya xaka Iraqê û parastina gelê wê bigire."