'Diyaloga siyasî  dikare hemû pirsgirêkan çareser bike'

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan di panelekê de ku Girê Legê hatibû lidarxistin de got: " Diyaloga siyasî, civakî, çandî û hemû qadên din zehmetiyên ku ne bi tiving û guleyê be çareser nabe, çareser dike."

'Diyaloga siyasî  dikare hemû pirsgirêkan çareser bike'
4 tîrmeh, 2020   19:30
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên navçeya Girkê Legê li ser girîngiya diyaloga fikirî û siyasî li Sûriyê panelek li avahiya Sendîqeya Kedkaran a bajarokê Rimêlan li dar xist. Bi dehan rewşenbîr û siyasetmedar beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û li ser girîngiya diyaloga fikirî ji bo pêşeroja Sûriyê got: "Diyalog diruşmeya herî giranbuha ji bo me ye. Ji ber ku çareseriya tekane ya derbaskirina hemû krîzan û pêkanîna çareseriyê ye. Diyaloga siyasî, civakî, çandî û hemû qadên din zehmetiyên ku ne bi tiving û guleyê be çareser nabe, çareser dike."

El-Qeftan got, diyaloga siyasî li Sûriyê ya bi beşdarkirina nêrînên hemû beşên civakî dê hemû pirsgirêkan çareser bike û diyar kir ku diyalog wesîleyeke mirovî ye dibe hemû pêk bînin û ji desthilatdarî û cûdekariyê dûr bikevin.

Îbrahîm El-Qeftan der heqê xebatên yekitiya siyasî ya di navbera partiyên Kurdî de got: "Ez dibêjim lez bidin hevdîtin û yekitiya xwe, ji ber ku garantor û aliyeke sereke li Sûriyê ne."

Beşdarên panelê li ser girîngiya diyaloga siyasî û fikirî di civaka Sûriyê de nêrînên xwe parve kirin.

Di dawiyê de banga diyalogên siyasî li aliyên Sûriyê hatin kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vrir83tmhhw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>