Çeteyan li Serêkaniyê bi çekên giran bihev ketin

Di van kêliyan de çeteyên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê yê dagirkriî, bi dijwarî bi çekên giran bi hev ketin.

Çeteyan li Serêkaniyê bi çekên giran bihev ketin
3 tîrmeh, 2020   14:41
HESEKÊ

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî komên çeteyên Tirkiyê li taxa Mehta li nêzî çarxerêya Mîtan li navenda bajêr bi hev ketin. Ev şer saet ji 15:45`an destpê kir û heta vê kêliyê berdewam e.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan destpêkê bi çekên sivik bi hev ketine lê piştre deng çekên giran û topavêj hatin bihîstin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama wê bihevketinê û topbaranê de jinek ji şêniyên bajêr şehîd bûye tevî gelek çete birîndar bûne.

Di meha Hezîranê de komên çeteyên Tirkiyê li ser desteserkirina Seyrangeha Mişwar li hemberî nexweşxaneya Roj a Watanî li nêzî çarxerêya Şehîdan li taxa Zerdeşt gelek caran bi hev ketine.

(şx)

ANHA