Ciwanê ku red kir biçe Lîbyayê, li nêzî malê bidarvekirî hate dîtin

Li gundê Mêrkan ê navçeya Mabata ya kantona Efrîna dagirkirî cenazeyê ciwanê bi navê Mihemed Mistefa li nêzî malê bidarvekirî hat dîtin. Mhemed Mistefa red kiribû ku biçe Lîbyayê.

Ciwanê ku red kir biçe Lîbyayê, li nêzî malê bidarvekirî hate dîtin
3 tîrmeh, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku duh sibehê li gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî, cenazeya ciwanê bi navê Mihemed Mistefa Yûsif (18) li nêzî malê bi dara gûzê ve bidarvekirî hat dîtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hin çavkaniyên ji nava Efrînê diyar kir ku malbata Mihemed Mistefa neçar ma koçî gundê Mêrkan bibe, ji ber ku çeteyên Lîwa Semerqend mala wan ya li gundê Hec Qasim ê heman navçeyê desteser kir û astengî ji wan re derdixistin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Mihemed Mistefa nexwestiye bi zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji gundê Rota re biçe Lîbyayê û li gel hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya Tirkiyê şerê artêşa Lîbyayê bike.