Serokwezîrê Fransayê îstifa kir

Serokwezîriya Fransayê ragihand ku serokwezîr Edouard Philippe vê sibehê îstifaya kiriye.

Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
3 tîrmeh, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Philippe serê sibehê îstifaya xwe ji hikumetê re pêşkêş kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta hikumeta nû diyar bibe serokwezîr û endamên hikumetê dê karê xwe yê rojane bidomînin.

Desthilatdarî çend hefte ne ji bo destnîşankirina rêya nû bi hev dişêwire. Îstifaya hikumetê piştî tûra duyemîn a hilbijartinên şaredariyê pêk hat. Partiya li desthilatê LREM di hilbijartinê de derbeke giran xwaribû û partiyên kesk û çepgir di hilbijartinê de bi ser ketibûn.