Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin

Şêniyên navçeya Eyn Îsa bang li Rûsya ya garantor û civaka navdewletî kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber sûcên wan li dijî sivîlan û jinan muhesebe bikin.

Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin
Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin
Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin
Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin
Şêniyên Eyn Îsa banga rawestandina sûcên Tirkiyê kirin
29 hezîran, 2020   13:41
EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker meşiyan. Bi sedan şêniyên navçeyê, gundewarê û koçberên Girê Spî tev li meşê bûn. Meş ji navenda navçeyê destpê kir û li ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê li aliyê rojhilatê navçeyê bidawî bû.

Şêniyan wêneyên her sê jinên şoreşger ên ku di êrişa hawayî ya 23`yê Hezîranê ya dewleta Tirk a dagirker a ser li gundê Helincê yê kantona Kobanê de şehîd bibûn, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û pankartên bi nivîsên `Erê ji bo yekitiya Sûriyê`, `Em bang li civaka navdewletî dikin ku me vegerînin warên me`, `Em bang li hêzên navdewletî dikin ku çeteyên Erdogan ji herêmên me derxînin û rê li pêşiya sûcên wan bigirin` hildan.

Dema xwepêşendar gihaştin ber baregeha leşkerî ya Rûsyayê, bi navên Koordînasyona Kongreya Star û Meclisa Kantona Girê Spî axaftin hatin kirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Meryem Elî got, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên xwe ji fedekariyên şehîdan digirin. Ew ê parastina ax û destkeftiyên xwe bidomînin.

Meryem destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker jinan dike hedef ji ber ku dixwaze vîna jinê bişkîne û giyana berxwedana ya jinên li Sûriyê zaîf bike.

Meryem di dawiya axaftina xwe de bang li Rûsya ya garantor kir ku mudexele bike da ku sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan û jinan rawestîne û ewlehiya herêmê li gorî lihevkirinan biparêze.

Cigîrê hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî Sebrî Nebo rave kir ku ew ji bêdengiya navdewletî û erebî yên li hember sûcên dagirkera Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaşwaz e.

Ew jî bang li dabînkera Rûs û civaka navdewletî kir ku mudexle bikin û rê li pêşiya sûcên dagirkeriyê li dijî sivîlan bigirin.

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dilsoziya bi şehîdên azadî û rûmetê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qUqRqJONAkI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>