Serokê Meclisa Êlên Lîbyayê: Em amade ne li dijî dewleta Tirk bisekinin

Îro serokê Meclisa Bilind a Şêx û Rûspiyên Lîbyayê Mihemed Misbahî diyar kir ku şêniyên êlan mafdar in parastina welatê xwe bikin û li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin.

Serokê Meclisa Êlên Lîbyayê: Em amade ne li dijî dewleta Tirk bisekinin
29 hezîran, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Erebiyê daxuyand ku Mihemed Misbahî da zanîn ku yên cihê xwe di nav artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de digirin, endamên êlan in, heke Tirkiye xeta Sirtê-Cefa derbas bike ew ê êl li Lîbyayê piştgiriya destwerdana Misirê bikin.

Misbahî destnîşan kir ku heke dewleta Tirk xeta Sirtê-Cefra derbas bike ew ê bi milyonan kes çekê rakin , her wiha endamên êlan bi girseyî cihê xwe di nava artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de bigirin, ji ber ku ji bilî Misir û hin dewletên Ereban gelek dewletan bi wan re “xiyanet” kiriye.

Mihemed Misbahî got ew ê nehêlin artêşa Misirê bi tena xwe li Lîbyayê şer bike, lê belê dê şandeyek serdana navenda Kombûyîna Erebî bike û xwe ji hikumeta Wîfaqê vekişîne. Misbahî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku rola wan derbaskirina Lîbyayê ber bi hilbijartinan ve ye û hikumeteke sivîl ava bike.

Berdevkê Meclisa Bilind û Rûspiyên Lîbyayê Abdulkerîm Urfî kifş kir ku li ser banga serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî êlan lîsteya navên ciwanên ku dixwazin tev li perwerdeyê bibin, amade kiriye ku şerê dewleta Tirk a mêtinger û milîsên wê bikin.

Abdulkerîm Urfî bal kişand ser ku ew ê rê nedin Îxwanan ku xêr û bêra Lîbyayê talan bikin û ew ê li dijî xewnên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bisekinin.

(eh)