PYD`ê li Lubnanê: Sûcên dewleta Tirk dighêjin asta sûcên şer 

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bêdengiya navnetewî ya li ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li dijî jina Kurd pêk tîna, şermezar kirin.

PYD`ê li Lubnanê: Sûcên dewleta Tirk dighêjin asta sûcên şer 
28 hezîran, 2020   08:57
BEYRÛT

Endamên Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk a Lubnanê, bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Bi dehan endamên partiyê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ku li paytexta Lubnanê Beyrûtê hate dayîn, ji aliyê endama partiyê partiyê Lava Semîr Bekir  ve hate xwendin.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê û sûcên wê yên rojane li dijî xelkên me li Şengal, Efrîn, Kobanê, Girê Sipî, Serê Kaniyê  û li hemû herêmên ku dagir kirine pêk tîne, gihîştine asta sûcên şer".

Dewleta Tirk a faşist vê rewşa mirovahiyê ya li ser kurdan ji ber Korona û Qanûna Qeyser keysbaz dike û bipêkirinên xwe ferh dike. Jinên Kurd ji xwe re hedef digre wek bûyera li Kobanê 23/6/2020 ku xelekek din ji rêze xelekên sûcên wê li dijî jinê ye, di demeke ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng e.

Em Partiya yekîtiya Demokratîk li Lubnanê bêdengiya rêxistinên navdewletî û mirovahî, Amrîkiya û Rûsya yê li ser sûcên şer yên dewleta Tirk ên li dijî jina Kurd pêk tînek, şermezar dikin.

Pêwîst e destwerdana yekser ji bo rawestandina binpêkirina li dijî gelê Kurd were kirin û em bang li civaka navnetewî dikin ku bi awayekî zêde piştgirî bi gelê Kurd û doza kurdî re bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tvGswHP7hCk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>