Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin

Gerînendetiyê Kehrbê diyar kir ku saetên diyarkirî yên bi hejmara 13’an niha bi gişît girêdayî daketina rêya ava Çema Firatê ye, her wiha ne pêkan e saetên sapît diyar bikin. Her wiha gerînende niha avakirina buroyeke kontrolkirina dizî û sînordarkirina ji nirxa zêde ya kehrebê, lêkolîn dike

Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
Ji ber kêmbûna kehrebê ji aliyê dewleta Tirk ve, wê saetên dayîna kehrebê kêm bibin
28 hezîran, 2020   08:23
TEBQA

Kêmbûna bênavbera ya rêjeya ava Çema Firatê ku Tirkiyê wê qut dike, pirsgirêka dayîna kehrebeyê li herêmê zêde kir, bi wê re jî Daîreya Pîşeyî ya Bendava Firat û Odeya Xebatê 13 saet kehrebe di navbera bajêr û gundewarên wê de eyar kirin. Di heman demê de berpirsan berê hişyarî der barê karesata li herêmê bi qutbûna bênavbera ya avê de, da.

Hevserokê Gerînendetiya Kehrebê ya Tebqayê Lorans Casim destnîşan kir ku di dema niha de û li gorî ava ku tê bendava Firatê ne pêkan e ku pişta xwe bidin saetên pêxistina kehrebê di vê merheleyê de. Her wiha bernameyek ji saetên pevguherîna kehrebê di navbera bajêr û gundewarên wê de li gorî planên stratejîk ji bo rêjeya avê, hatin diyarkirin.

DIYARKIRNA SAETÊN KEHREBÊ LI GORÎ RAPORA ODEYA XEBATAN A BENDAVA FIRATÊ YE

Dema pêxistina saetên kehrebê li gorî rapora odeya xebatan a hevbeş a bendava Firatê ye û ew jî li gorî hevsengiya bar ku nîşaneyên tên û diçin ên kehrebeyê li gorî mezaftina bajêr tên diyarkirin. Her wiha saetên kehrebe wiha ye; 4 saet ji navenda bajêr û 6 saet jî ji gundewarên rojhilat, bakurê rojava re.

Her wiha 3 saetên din jî ji cihên zindî mîna Nexweşxaneya Wetenî, stasyonên ava vexwarinê, stasyonên avdanê, dergeha Tebqa û depoyên Boasî û aşxaneyan.

ÇÊKIRINA VEGUHERÎNA 30 MIGA BÛ SEDEMA QUTBÛNA 9 SAETAN A KEHREBÊ

Der barê qutbûna kehrebeyê di hefteya borî de bi dema 9 saetan bê navber di rojê de, Casim sedemên ku hiştine gerînende van tedbîran bigire diyar kir. Ew jî bi sedema gelek xebatên çêkirina veguherîna 30 miga ya li qada belavkirinê ye û wiha got: "Di encama testên dorveger ku werşeyên veguherînan pêk tînin de, asta gaza zeyta sarkirina veguherînê ya difire diyar kir. Bi wê re jî me gelek tedbîrên çêkirinê kirin û tensiyona veguherînê qut kir ku vê pirsgirêkê bi awayekî lez çêkin."

DIVÊ ŞÊNÎ KILÎTÊN 10 AMPÊR BIKAR BÎNIN

Têkildarî pirsgirêka ku berê û niha jî li pêş xebata Gerînendetiya Kehrebê di demên borî de asteng bû, Casim pêngavên ku dê gerînendetî bigire eşkere kirin, ew jî divê şênî kilîtên 10 ampêr bikar bînin.

Di zivistanê de li herêmê kehrebe bê navber û demên dirêj qut dibû, çavdêran diyar kir ku mezaxtina zêde û tunebûna mekanîzmaya lêpirsînê dihêle ku ev pirsgirêk çêbibe. Van qutbûnên kehrebeyê bûn sedema daketina torên tensiyonê û derketina 3 veguherîneran ji xizmetê.

PLANÊN GERÎNENDETIYA KEHREBEYÊ

Li ser planên ku Gerînendetiya Kehrebeyê pêşniyar kirin ku rewş baş bikin Casim wiha îşaret pê kir: "Daxwazname ji Buroya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo zêdekirina qada belavkirin û veguherandinê li bendava Firatê bi veguherîneke din bêyî qutkirina kehrebê bi saetên dirêj, hatiye pêşkêşkirin."

Gerînendetiya Kehrebeyê di çarçoveya projeya ronîkirina bajarê Tebqayê de, xebata 60 veguherînerên kehrebeyê li navenda bajêr zêde kirin, her wiha kabl guhartin da ku dayîna veguhastinê û ji daketina torên kehrebê baş bikin.

(fr)

ANHA