Li Sûriyê pîremêrekî 70 salî ji ber Koronavîrusê mir

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku pîremêrekî 70 salî ku ji ber nexweşiya Koronavîrusê di Nexweşxaneya Heleb El-Camî de bû, jiyana xwe ji dest da.

Li Sûriyê pîremêrekî 70 salî ji ber Koronavîrusê mir
27 hezîran, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana li ser zimanê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku îro pîremêrek (70) ku ji ber Koronavîrusê di Nexweşxaneya Heleb El-Camî de bû, mir. Li Sûriyê heta niha 9 kesan ji ber Korovîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku heta îro hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine gihaşt 256 kesan ji wan 102 kes baş bûne û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

(eh)