Rêveberiya bendava Tişrînê ji ber kêmbûna ava Firatê hişyarî da

Rêveberiya bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn stasyona kehrebe-avê li Sûriyê ye, ji ber kêmkirina ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk a dagirker, hişyarî da.

Rêveberiya bendava Tişrînê ji ber kêmbûna ava Firatê hişyarî da
27 hezîran, 2020   10:30
KOBANÊ

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk pê dilîze, dê bibe sedam karesata ava vexwarinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha saetên dayîna kehrebeyê kêm dibin û berhemên herêmî yên li ser qiraxên çem jî kêm dibin.

Çemê Firatê damara sereke ya jiyana bi milyonên kesên li herêma Firatê û herêmên din wekî Reqa û Dêrazorê ye, her wiha avê dide Helebê duyemîn mezintirîn bajarê Sûriyê.

Rêveberiya bendavê ragihand ku saetên dayîna kehrebeyê ji stasyona Firat û Tişrînê ji sedî 33 kêm bûne, tenê 12 saet kehrebe tê dayîn, beriya wê jî 18 saet bû û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat belavkirin.

Di hişyariya Rêveberiya bendava Firatê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm dike, bandoreke neyînî li ekolojiyê dike, her wiha bandorê li aboriya civakê û ewlehiya giştî ya welatiyan dike.

LIHEVKIRINA ŞAM Û ENQEREYÊ DER BARÊ ÇEMÊ FIRATÊ DE

6 bendavên Tirkiyê ava çemê Firatê qut dikin, beriya ku bigihêje Sûriyê, ji wan Bendava Ataturk duyemîn mezintirîn bendava li Rojhilata Navîn e.

Li gorî lihevkirina der barê çemê Firatê de ku di 1987`an de di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatiye îmzekiri, para Sûriyê ji avê di her xulekekê de 500 metrekabik e.

bx

ANHA