Ji ber guleyên artêşa Tirk agir bi zeviyên gundewarên bakurê Helebê ket

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber gulebarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên gundewarên rojhilatê bajarê Babê ket.

Ji ber guleyên artêşa Tirk agir bi zeviyên gundewarên bakurê Helebê ket
26 hezîran, 2020   12:58
MINBIC

Çavkaniyan diyar kir ku agir bi zeviyên gundên Sikeriyê û Berberiyê yên bajarê Babê ya ku artêşa Tirk dagirkiriye û girêdayî gundewarê bakurê bajarê Helebê ket.

Dewleta Tirk bê serûber gulan berdide herêmê û di encamê de agir bi zevî ket.

Agir gihaşt gundê Til Torîn ê li li ser rêya M4 a rojavayî Minbicê.

Agir hîn jî vêketiye û gur dibe.

(eh)

ANHA