Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Birayê rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li dozgeriya dewleta Tirk da.

Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
26 hezîran, 2020   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mehmet Ocalan birayê rêber Abdullah Ocalan, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim, Mehlîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya Tirkiyê da û daxwaza hevdîtinê kir.

Piştî 21 salan di 27'ê Nîsanê de destûr hatibû dayîn ku rêber Abdullah Ocalan mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar bîne. Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû. Girtiyên din jî ji sala 2015'an dema birin Îmraliyê û vir ve yekemcar bi rêya telefonê karîbûn bi xizmên xwe re biaxivin.

Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15'ê Adara 2015'an û vir ve tenê 5'ê Hezîranê, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an karîbûn xizmên xwe bibînin.

Hamîlî Yildirim jî ji sala 2015'an ve di 5'ê Hezîranê û 12'ê Tebaxa 2019'an de karîbû xizmên xwe bibîne.