Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin

Bi boneya Roja Tunekirina Hişbirê ya Cîhanê,  Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê zêdetirî 30 hezar hebên hişbirê şewitandin.

Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
Li Reqayê 30 hezar hebên hişbirê hatin îmhakirin
26 hezîran, 2020   11:54
TEBQA

Bi amadebûna Buroya Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Îdia û Lêpirsînê ya Dîwana Edaleta Civakî hejmareke mezin ji gelek cureyên hişbirê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dirêjahiya îsal de girtibûn, hatin şewitandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê daxuyaniyek têkildarî mijarê da. Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesrib Heson daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"26’ê Hezîrana her sal, Roja Tunekirina Hişbirê û Bazirganiya Nerewa ya Cîhanê ye ku civaka navneteweyî hişbirê  xeteriya li ser tevahî civakê dibîne, her wiha em jî Rêveberiya Xweser keda li dijî hişbirê şerê li dijî terorê dihesibînin.

Bi destpêka dirûşma "Zanîna baş, baldariya baş e" ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO) bi rêvebirina Tunekirina Sûcên Birêxistinkirî hejmareke mezin ji cureyên hişbirê şewitand, her wiha pandemî yan jî ev nexweşiya hişbirê ne tenê li bajarekî ye, lê belê hevrikiya ewlehî li ser asta cîhanê ye.

Kedên tunekirina hişbir û bandorên mejî, ji tevahî tê xwestin ku li ser bingeha hevpariya civakî aktîf bin, her wiha bi wê re jî rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji saziyên Rêveberiya Xweser, tê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî biryar û mîsaqên navneteweyî yên têkbirina bazirganî, dan û standina bi hişbirê re, ye her wiha di pêkanîna tenduristî, ewlehî û edaletê de ji tevahiyan re bi rêya çareserkirina van gefan berdewam e, her wiha di geşkirina aşîtû ewlehiya herêmê de jî berdewam e.

 (fr)

ANHA