Şaredariya herêma Efrînê projeya dirêjkirina kehrebeyê li Şehbayê didomîne

Şaredariya herêma Efrînê hewl dide projeya kehrebeyê berdewam bike. Piştî aktîfkirina 3 jeneratoran bi hêza hezar û 800 W xetên kehrebeyê li bajarokê Kefer Naya li kantona Şehbayê dirêj kir.

Şaredariya herêma Efrînê projeya dirêjkirina kehrebeyê li Şehbayê didomîne
26 hezîran, 2020   06:26
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Piştî ku şêniyên Efrînê di encama dagirkirina Tirkiyê bajarê wan de di 2018`an de koçber bûn û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Ji wê demê ve Şaredariya Herêma Efrînê bi derfetên xwe yên heyî hewl da kehrebeyê bê pere ji şêniyan re peyda bike. Ji bo wê 72 jenerator xebitandin ku 23 hezar ampîr belav dike.

Li ser vê bingehê şaredariyê xebatên xwe domand û kehrebe ji şêniyên bajarokê Kefer Naya re bi rêya 2 jeneratoran bi hêza hezar û 800 ampîr peyda kir.

Ruxmî derfetên sînordar û dorpêça hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevî buhabûnê, lê şaredarî hewl dide pêdiviyên şêniyan peyda bike.

Endamê rêveber ê Komîteya Kehrebeyê Mehmûd Reşîd ji ANHA`yê re axivî û behsa tedbîrên pêşîn ên ku şaredariyê di destpêka koçberkirinê girtine kir û got: "Di destpêkê de sala 2018`an em rastî gelek zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên şêniyan de hatin. Bi taybet kehrebe. Piştî peydakirina amûr û jeneratoran me kehrebe ji kampan re peyda kir û piştre ji gundên girêdayî kantonê re."

Reşîd girêdayî rêbaza dirêjkirina kehrebeyê û pêwîstiya şêniyan pê kir li gel buhabûna heyî got: "Projeya me ya dawîn peydakirina kehrebeyê ji bajarokê Kefer Naya re bi rêya sê jeneratoran bi hêza hezar û 800 ampîr bê pere. Me wisa kir ku şênî ji keysbaziya xwediyên jeneratorên taybet xilas bibin. "

Reşîd diyar kir ku dorpêç û buhabûn li hember xebatên wan bûn asteng. Bi taybet ji ber ku nikarîn mazota pêwîst ji bo xebitandina jeneratoran re peyda bikin. ji ber wê saetên dayîna kehrebeyê rojê daket 4 saetan. Ji saet 7:00`an êvarê heta 11:00`an bi şev. Reşîd bi bîr xist ku ger pirsgirêk di jeneratoran de derket, beşa sererastkirinê heye.

Di dawiyê de Reşîd got: "Bi derftên kêm em ê kehrebeyê ji tevahiya kantonê re peyda bikin. Em ê bajarokê Dêrcimêlê bi kehrebe bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j2EA3df37KI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>