Bangên rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Ciwanên Şoreşger a Helebê û Kongreya Star bi daxuyaniyên cuda bang li civaka navdewletî û NY`î kirin ku sûcên Tirkiyê rawestînin.

Bangên rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker
24 hezîran, 2020   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li hember êrişa Tirkiyê ya duh li dijî gundê Helinc li Kobanê zêde dibin. Duh dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov êrişî gundê Helincê kiribû. Di encamê de sê jin şehîd bibûn û hinek şênî jî birîndar bibûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî di êrişê de şehîd bibû.

REQA

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li avahiya partiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de partiyê komkujiya dewleta Tirk a li dijî gundê Helincê şermezar kir.

Partiyê destnîşan kir ku Tirkiye sûc û siyasetên kuştin, revandin, koçberkirin, guhertina demografîk û mudexeleya di karûbarên dewletên Rojhilata Navîn de ji Iraqê û Sûriyê bigire heya bigihêje Lîbyayê, didiomîne.

Partiyê bûyera qetilkirina şehîd Hevîrn Xelef a sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bibîr xist û got: “Tirkiye li gel bêdengiya civaka navdewletî van sûcan didomîne.”

Di dawiyê de partiyê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariyên xwe yên li hember gelên Sûriyê pêk bînin, wan biparêzin, bi taybet jî jinan. Her wiha dewleta Tirk a faşîst darizînin.

HELEB

Li Helebê jinên ciwan ên saziyên sivîl û partiyên siyasî li taxa Şêxmeqsûd daxuyanî dan. Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Ebdo daxuyanî xwend.

Yekîtiyê di daxuyaniyê got: “Dewleta Tirk di salvegera komkujiya Kobanê de komkujiyek nû pêk anî. Ev ne tesaduf e, êriş bi zanebûn e. Ku di encamê de sê jinên ku ji bo birêxistinkirina jinan dixebitin şehîd bûn. Piştî têkçûna êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal, Mexmûr, Qendîl û Haftanînê de, dewleta Tirk xwest tola xwe bi vê komkujiyê hilîne. Lê di rastiyê de asta zaîfbûna xwe lihember vîna jinê diyar dike.”

Yekîtiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û soz da ku dê bi bilindkirina asta têkoşînê û xwebirêxistinê tolê hilînin..

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê jî endamên rêveber ên Kongreya Star li ber navenda xwe ya li navçeyê daxuyaniyek dan raya gitşî. Endama rêveber a Kongreya Star Mune El-Mizel daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Em hedefgirtina endamên Kongreya Star a herêma Firatê û bêdengiya navdewletî li hember sûcên Tirkiyê şermezar dikin. Hedefgirtina Tirkiyê ya tevger û rêxistina jinê îsbat dike ku Tirkiye birêxistinbûyîna jina têkoşer armanc dike. Em baş dizanin ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinê ji destpêka şoreşê ve ranewestîne. Hedefgirina Tirkiyê ya mala ku endamên Kongreya Star tê de bûn, bi xwe hedefgirtina tova xebata birêxistinbûna  jinê ye.`

Di dawiyê de endaman soza bilindkirina asta têkoşîn û tolhildanê dan.

ÇIL AXA

Kongreya Star a navçeya Çilaxayê jî bi daxuyaniyekî êrişa dewleta Tirk a li dijî jinan şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama kongreyê Fatme Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlên başûrê Kurdistanê û Kobanê bi xwe berdewamiya planên wê yên dagirkeriyê ne. Bi rêya hedefgirtina sivîlan di malên wan de, mîna ku duh li gundê Helincê li Kobanê çêbûye, dixwaze destkeftiyên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û herêmê dagir bike.”

Kongreya Star diyar kir ku civaka navdewletî, NATO û Konseya Ewlehiyê berpirsên sûcên Tirkiyê ne.

(şx)

ANHA