​​​​​​​‘Divê jinên ciwan li hember sûcên li dijî jinan xwe birêxistin bikin’

Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer di civîna amadekar a ku yekitiyê li Helebê lidar xistiye de got: “Em bang li jinên ciwan dikin ku li hember sûcên li dijî jinên azad tên kirin, xwe bi rêxistin bikin.”

​​​​​​​‘Divê jinên ciwan li hember sûcên li dijî jinan xwe birêxistin bikin’
24 hezîran, 2020   13:48
HELEB

Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya lidarxistina kongreya xwe de, civînek amadekar li Helebê lidar xist. Civîn li Navenda Tîmav a Jinên Ciwan hat lidarxistin. Bi dehan jinên ciwan ên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer axivî û qala şerê taybet ê mêtîngeran kir û got: “Dewleta Tirk hewl dide bi şerê taybet ciwanên Kurd ji dîrok, çand û axa wan dûrxe.

Tirkiyê ji civakên ku jin tê de xwedî vînek azad, ditrise. Lewra wê civakê dike hedef. Hedefgirtina endama rêveber a Kongreya Star li Kobanê mînaka herî ber bi çav e”.

Jiyan bang li jinên ciwan kir kul i hemberî dagirkeriya Tirkiyê xwebirêxistin bikin û asta berxwedanê bilind bikin.

Di dawiyê de Jiyan gefên li dijî jina azad şermezar kir û got: “Jinên ciwan tovika Kongreya Star in, lewra divê xwebirêxistin bikin.”

(şx)

ANHA