Meclisa Jin a PYD`ê banga serhildanê kir

Meclisa Jin a PYD’ê, li dijî dagirkeriya Tirk banga serhildanê kir. Mecilsê bang li saziyên navdewletî kir ku girtekên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya sûcên Tirkiyê bigirin.

Meclisa Jin a PYD`ê banga serhildanê kir
24 hezîran, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girêdayî êrişa Tirkiyê ya li dijî Kobanê ku di encamê de sê jin, di nav de du endamên Koordînasyona Kongreya Star şehîd bûne, daxuyanî da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Hedefgirtina jinan û tevahiya çînên civakê sûcên şer in. Ev sûc qanûnên navdewletî binpê dikin.”

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û wiha domand: “Ji ber wê jinên pêşeng ên di civaka Kurd de dike hedef. Mîna têkoşer Hevrîn Xelef a ku ji hêla çeteyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” ve hate şehîdxistin.”

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe didomîne û di şeva 23`yê Hezîranê komkujiyek li gundê Helincê yê girêdayî Kobanê pêk anî. Di Encamê de sê jin, di nav de du endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.

Meclisê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan. Her wiha li dijî dagirkeriya Tirk banga serhildanê kir.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de êrişa li hemberî jinan şermezar kir û got: “Hedefgirtina sivîlan û tevahiya çînên civakê sûcên şer in û li dijî hevpeymanên NY, lihevkirina Cinevê û qanûnên navdewletî, ye. Em bang li van saziyên navên wan derbasbûyî dikin ku girtekên pêwîst li dijî sûcên Tirkiyê bigirin û hovîtiya wê rawestînin.”

(şx)

ANHA