′Divê civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve’

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê û malbatên şehîdan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan û bang li civaka navneteweyî û tevgerên rizgariyê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkeriya Tirkiyê bisekinînin.

24 hezîran, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezeran şêniyên herêmên Cizîrê û Firatê ji bo şermzarkirian komkujiya artêşa Tirk a li gundê Helinc ê Kobanê û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, daketin qadan.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan malbatên şehîdên navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên "Dewleta Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe" hildan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişloyê Bahoz Elî êrişên dewleta Tirk û komkujiya li dijî jinan li gundê Helinc ê Kobanê pêk anî, şermezar kir.

Bahoz Elî bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku helwestên cidî der barê êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, diyar bike.

Mîtîng bi dirûşmên xurtkirina têkoşînê li hember komkujî û êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi dehan şêniyên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha êrişa dewleta Tirk a li dijî bajarê Kobanê, şermezar kir.

Meşê ji Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk, wêneyên şehîd Zehra Birkul û şehîdên din, alên Kongreya Star û QSD`ê hatin hildan.

Meş li çerxerêya mezin a li ser rêya Hesekê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Kongreya Star Gulîhan Tahir, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Xetîb û bi navê partiyên siyasî Îsmaîl Ferhan axivîn.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û êrişa dawîn li ser gundê Helinc ê Kobanê, hatin şermezarkirin.

Her wiha hat tekezkirin ku dewleta Tirk şerê gelê Kurd li her deverê dike û hemû pêkhateyên herêmê û destkeftiyên wan dike hedef.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê qelsiya wê diyar dike û tu carî nikare îrade û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne.

Axaftvanan bang li civaka navneteweyî û tevgerên rizgariyê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ku hemû pîvanên navneteweytî dike hedef, bisekinînin.

Di dawiyê de berxwedana HPG`ê  li çiyayê Şengal, Heftanîn û herêmên Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA